Nêçîrvan Barzanî: Şopa Bozarslan dê her tim zindî bimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya nivîskar û lêkolînerê Kurd Mehmed Emîn Bozarslan peyamek belav kir û got, “Şopa Bozarslan dê her tim zindî bimîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo wefata nivîskar, lêkolîner û welatparêzê Kurd Mehmed Emîn Bozarslan peyameke sersaxiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî ji malbata wî û rewşenbîrên Kurd re sersaxî xwest.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser keda Bozarslan a ji bo ziman û wêjeya Kurdî.

"Roleke mezin lîst"

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got:

"Ji bo koça dawî ya nivîskar, lêkolîner û welatparêzê hêja Mehmed Emîn Bozarslan, sersaxiyê didim malbata wî ya birêz û hemû rewşenbîrên Kurdistanê.

Canê wî şa be. Seyda Bozarslan bi xizmet û berhemên xwe yên binirx, roleke mezin ji bo parastin û bi pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî lîst."

"Şopa wî dê zindî bimîne"

Nêçîrvan Barzanî her wiha tekez kir ku xizmeta Bozarslan nayê jibîrkirin û got, "Şopa wî dê her tim di bîra me de zindî bimîne."

Nivîskar û lêkolînerê navdar Mehmed Emîn Bozarslan li Swêdê koça dawî kir.