Nêçîrvan Barzanî û Konsula Amerîkayê li ser pêkanîna hikûmetê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsula Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê Gwendolyn Green civiyan û wan bal kişand ser girîngiya lihevkirina aliyên siyasî ya ji bo pêkanîna hikûmetê.

Nêçîrvan Barzanî îro bi Gwendolyn Greenê re rûnişt.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de "rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê” hatine gotûbêjkirin.

Her wiha, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên pêvajoya siyasî ya li Îraqê ya ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmeta nû ya federal hatine nirxandin.

Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê jî hatine gotûbêjkirin.  

Her du aliyan li ser girîngiya biserxistina pêvajoya siyasî û parastina aramî û ewlehiya siyasî ya li welat li hev kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, “rewşa Sûriyeyê” û rûdanên dawî yên li herêmê jî bûne mijarên civînê.