KAMPA ROJÊ - Zarokên DAIŞiyan bi kîjan ramanan mezin bûne?

Hisîça (Rûdaw) - Rûdaw derbasî cihekî bû ku bi temamî ji cîhanê hatiye tecrîdkirin û zarokên çekdarên DAIŞî lê dimînin.

Li Kampa Rojê ya li Hisîçayê (Hesekê) zarokên DAIŞiyan dimînin ku rûyê wan ji herêmê re biyanî ye; ji Uygurên Çînî heta Çeçenên Rûs, ji Afrîkayiyên çermreş û Malezyayiyên çermzer heta Ewropî û Awustralyayiyên çermspî.

Zarokên ku piraniya wan nizanin bavê wan kî ye, tîma Rûdawê bi bilindkirina tiliya şehadetê, gef û bi êrişkirinê pêşwazî kir û ev jî nîşan dide ku ew zarok çawa hatine mezinkirin.

"Ez nizanim bavê min kî ye"

Zarokekî 11 salî yê ji Azerbeycanê, li ser pirsa “Bavê te di nava DAIŞê de çi kar dikir?” got: “Ez nizanim bavê min kî ye û min ew qet nedîtiye.”

Zarok mêvanan wekî “biyaniyan” dibînin û nêzîk dibin da ku zanibin ew kî ne lê naxwazin kes derbarê paşeroja wan tiştekî zanibe.

Dema ku pirsa cihê bavê wî ji zarokekî hat kirin, wî got “hatiye kuştin” û nexwest navê wî eşkere bike.

Zêdetirî 1500 zarokan

Jiyana wan mişt tundî ye lê ew hîn jî zarok in û dixwazin kêfa zaroktiya xwe bikin.

Ew li cîhaneke ku deriyên xwe li rûyê wan girtine li benda çarenivîseke nediyar in.

Li gorî amarên Birêvebiriya Kampa Rojê ya li rojhilatê parêzgeha Hisîçayê, 2 hezar û 201 niştecihên kampê hene û hezar û 500 ji wan zarok in.

Dayîk û bavên van zarokan ji 50 welatan in.