Bijîşkên Îtalyayî zarokên Dihokî emeliyat dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi piştgiriya Nêçîrvan Barzanî li Dihokê bi dehan zarokên ku nexweşiya wan a dil heye ji aliyê bijîşkên Îtalyayî ve hatin emneliyatkirin.

Birêvebirê Giştî yê Tenduristiya Dihokê Dr. Efrasiyab Mûsa li ser tedawiya zarokan ji Rûdawê re got, "Tîm pişkinîn û neştergeriyê ji bo bi dehan zarokan dike ku hatine amadekirin."

Dr. Efrasiyab Mûsa diyar kir ku tîm li Navenda Azadiyê ya Nexweşiyên Dil ji pisporên neştergeriya dil, bêhişkirin û çavdêriya hûr pêk tê û ji bo heyama hefteyekê gelek pişkinîn û neştergeriyên dil ji bo zarokên nexweş dikin.

Birêvebirê Giştî yê Tenduristiya Dihokê di berdewamiyê jî de got,"Her zarokê ku ji aliyê tîma Îtalyayî ve were pêşniyarkirin ku bibin Îtalyayê, ew dê bê birin."

Dr. Efrasiyab Mûsa her wiha behsa wê yekê jî kir ku pişkinîn jî ji pişkinîna xwînê, kontrola dil û pişkinîna fîzîkî pêk tên, pişt re jî piraniya neştergeriyan bi rêya anjiyoyê tên kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya dide projeya bijîşkên Îtalyayî

Gihîştina tîmê di çarçoveya projeyeke taybet a ji bo bihêzkirina sîstema tenduristiyê ya li Herêma Kurdistanê de ye ku bi rêya hevkariya di navbera Rêxistina SIA û Rêxistina Hêvî û Nexweşxaneya Giannina Gaslini ya li Îtalyayê de pêk tê.

Rêxistina Hêviyê sala 2005an hatiye damezirandin û Beşa Tenduristiyê ya Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serpereştiya wê dike.

Birêvebirê Projeyên Rêxistina Hêviyê Dr. Mihemed Mehmûd ragihand ku ji sala 2006an ve tîmên Îtalyayî bi piştgiriya Nêçîrvan Barzanî ji bo tedawiya wan kesên ku nexweşiya zikmakî ya dil heye tên Herêma Kurdistanê.

Li gorî Rêxistina Hêviyê ji sala 2024an zêdetirî 227 hezar zarokên bi nexweşiyên zikmakî yên dil ketine ji projeyên wan ên çareseriyê sûd wergirtine.

Rêxistina Hêviyê sala 2024an çareseriya siruştî ji bo 20 hezar û 807 kesan dabîn kiriye ku nexweşiyên wan ên felc, kêmendamî û têkçûna tevgerê hebûne.

Ev ji bilî wê yekê ye ku rêxistinê gelek kadiroyên tenduristiyê li ser destê kesên pispor û jêhatî gihandine da ku jêhatîbûn û ezmûnê ji wan fêr bibin û ji bo xelkê Herêma Kurdistanê bi kar bînin.

Heta niha ji Îraq û Herêma Kurdistanê zêdetirî 2 milyon û 503 hezar nexweşan di çarçoveya projeyên Hêviyê de çareserî wergirtiye.

Rêxistinê 547 nexweş ji bo tedawiyê jî şandine Îtalyayê.