Fermande Barzanî: Bi nêzîkbûna şerê Mûsilê re êrişên DAIŞê jî zêde bûne!

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê, Sîrwan Barzanî ragihand, ji ber hebûna çekdarên eşîrên ereb êrişên DAIŞê li dijî eniya Guwêr-Mexmûrê du beramber bûye.

Di heyama çend rojên borî de çekdarên DAIŞê herî kêm 2 caran bi topan êrişî çeperên Pêşmerge yên li deverên Guwêr û Mexmûrê yên Başûrê Kurdistanê kirine.

Fermandeyê Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê, Sîrwan Barzanî derheqê êrişên DAIŞê de got, duh êvarê çekdarên DAIŞê çeperên çekdarên eşîrên ereb ên ku ji bo şerê Mûsilê derbasî Mexmûrê bûne, dan ber topan. Di encamê de çekdarek hat kuştin.

Sîrwan Barzanî her wiha da zanîn, piştî ku çekdarên eşîrên ereb derbasî Mexmûrê bûne, êrişên DAIŞê li ser eniya Guwêr-Mexmûrê zêde bûne.

Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, yek ji sebebên ku DAIŞê êrişên xwe zêde kiriye, nêzîkbûna şerê Mûsilê ye.

Ji bilî çekdarên eşîrên ereb, çend yekîneyên artêşa Iraqê jî ji bo operasiyona Mûsilê derbasî Mexmûrê bûne.

Heta niha nayê zanîn operasiyona Mûsilê dê kengê dest pê bike lê di wî şerî de Pêşmerge jî dê beşdar bibe.