Galeriya wêneyan

09-03-2018
8 Photos
RÛDAW

Rûdaw - AFP


Li Bakurê Kurdistanê di Roja Cîhanî ya Jinan de çend çalakî hatin kirin. Di wan çalakiyan de daxwaz ji Tirkiyê hat kirin ku şer rawestîne û xelkên bê tawan neyên kuştin.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bi hezaran jin bi cilên Kurdî li hev civiyan û daxwaza mafên xwe yên Kurdan ji Tirkiyê kirin.

Li Bakurê Kurdistanê pêgeheke diyar a jinan heye, di nav hinek partiyan de sîstema hevseroktiyê tê peyrewkirin, bi heman awayî di serokatiya şaredariyan de jî heman system heye.

Jin di rêxistinên siyasî, sivîl û rewşenbîrî de aktîf in û loma ji aliyê desthilatdarên wî welatî ve rûbirûyê guşarên cor bi cor dibin.