Li Qamişlo çalakî ji bo Roja Jinan hatin kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ofȋsa Jinê ya Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Roja Cȋhaniya Jinan vejand.

 

Di bin dirûşma “Doza me doza erd û gel e” Ofȋsa Jinan ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê çalakiyek bi boneya roja cȋhanȋ ya jinan li bajarê Qamişlo li dar xist.

 

Beşdarbûyan tekezȋ li ser rola jina Kurd kirin, bi taybet ku ew ȋro li Efrȋnê berxwedaneke mezin di ber xaka Kurdistanê de dike, heriwha jinek jȋ dibȋne ku rol û rêzgirtina ji jinan re di civaka Kurdȋ de ji kevin de ye.

 

Jin dibistana mezin di cȋhanê de ye, bi vê hevokê Endameke ofȋsa jinan ya ENKSê tekezȋ li ser rola Jina Kurd dike li ser hemû astan.

 

Endama Ofîsa Jinan a ENKSê, Nisrîn Mehmûd ragihand: “Jina Kurd bûye sembola azadiyê û aştiyê li tevahiya cîhanê, ji bo wê em dibêjin ku berxwedana Efrȋnê ya gelê Kurd û ȋro jina Kurd li hemû meydanan xwe da xuyakirin, mil bi mil bi mêr e.”

 

Ne tenê jin lê belê zarok jȋ beşdarȋ vê çalakiyê bûn, peyama wan jȋ ew e ku jina Kurd ber xwe dide, ku hêj jȋ tevger û rola xwe di civakê de bi pêşxȋne.  Jinek jȋ dibêje, ku ew ȋro li Efrȋnê jȋ di ber herêmeke Kurdistanȋ berveaniyê dike.

 

Çalakvana siyasî, Selma Silêman ku tevlî merasimê bûye, dibêje: “Tevȋ zehmetiyên çend salên bûrȋ li jina kurd dikarȋ bû karên baş bike û ji cȋhanê re bide xuyakirin ku ew jieneke pêşketȋ ye û xebat kere, ȋro jina Kurd karê rojnamevaniyê dike ku û şerê terorê dike ku ew li Efrȋnê berxwedaneke mezin di ber xaka xwe de dike.”

 

Di calakiya ENKSê de stran û gotarên piştgirya Efrȋnê hatin pêşkêşkirin, jineke Kurd dibêje ku jina kurd di dȋrokê de xwedȋ rol bûye û rêzeke mzin jê re dihat girtin.

 

 

Diya Kawa li ser vê mijarê wiha da xuyakirin: “Jina Kurd ji destpêkê ve bi mêre kar dikir weke hev, di dȋlanan de û di kar û civakê de, jin xwedȋ rêzgirtinek mezin bo, eger dû êl şer kir bana wê jin av dibir ji êla xwe re wê demê şer dirawestiya ta ku jin vegerin.”