Li Qoserê jinên kedkar di Roja Cîhanî ya Jinan de jî kar dikin
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qosera Mêrdînê ya li Bakurê Kurdistanê, jinên kedkar di roja cîhanî ya taybet bi jinan de jî kar dikin, di demekê de ku li seranserê cîhanê di vê rojê de behsa mafên jinan û parastina mafên wan tê kirin û çalakî tên lidarxistin.
Hewayê biharê ye û demsala berhevkirina pîvazterkan destpêkiriye. Di demekê de ku 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ye û taybet e bi parastin û balkişandina li ser mafên jinan, lê wan ev roj di nav zeviyên pîvazan de bi xebatê derbas kirin.
Jineke kareker a li Qoserê dibêje, “Em di Roja Jinan de, di vê dema zehmet de kar dikin. em berdewam in li ser karkirinê.”
Jinên kedkar demjimêrên sibehê de qesta zeviyên pîvazan dikin û heta êvarî kar dikin. Ev kar ji wan re bûye deriyeke dahatê û bi vî karî debara malbata xwe dikin. Tevî zor û zehmetiyan ew kêfxweş in ku bi keda xwe hilberînê dikin.
Jineke din dibêje, “Em di nav zeviyan de dixebitin û hilberînê dikin. Em di roja jinan de jî dixebitin û piştgiriya welatê xwe dikin.”
Piraniya jinên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di kerta çandiniyê de kar dikin bi pereyê rojane û bê bîme kar dikin.
Li gor rapora Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DISK) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 12 milyon jin bi awayekî ne fermî dixebitin ku beşeke zêde ya wan di sektora çandiyê de kar dikin.