Li Rihayê bi hinceta PKKyê 17 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya Rihayê Hevseroka Navçeyê yê DEM Partiyê û namzedên endamên meclisa şaredariyê jî di nav de 17 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin.

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê roja 6ê Adara 2024an di serdegirtina malan de 17 kes hatibûn desteserkirin.

Rêvebira DEM Partiyê ya Sirûcê Nazli Bînîcî û 4 namzedên endamên Meclisa Şaredariyê yên DEM Partiyê, doxtorek û mamosteyek  jî di nav de bûn.

Piştî îfadeya li rêveberiya polîsan sewqî dadgehê hatin kirin û paşê hatin girtin.

Navê kesên hatin girtin wiha ne:

Nîhat Demîrbîleklî, Adem Ateş, Ahmet Ceylaner, Baran Karak, Bulent Yaşar, Hatîce Yilmaz, Hîkmet Ceylan, Huseyîn Ateş, Mehmet Yuce, Mehmet Emîn Ateş, Mehmet Balî, Mûslûm Baran, Nazli Bînîcî,  Recep Balî,  Selamî Kîp, Serkan Balî û Zelîha Polat.