Petrola Rojavayê Kurdistanê dişînin Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - 8ê Adarê beşeke din a petrola zeviyên Rimêlanê yên Rojavayê Kurdistanê ji bo Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hat şandin.

Birêvebirê Birêvebiriya Herêma Navendî ya Veguhastina Petrola Xav Elî Qerenful ji Ajansa SANAyê re axivî.

Qerenful ragihand ku karwanê nû ji 92 tankeran pêk tê û ev karwana duyem e.

Berî niha karwana yekem roja înê bi 72 tankeran gihîştibû.

Her wiha tê payîn ku karwana sêyem jî di demeke nêzîk de bigihîje.

Pêvajoya veguhastinê dê bidome

Elî Qerenful destnîşan kir ku Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê û Şirketa Veguhastina Petrolê ya Sûriyeyê ji bo wergirtin û veguhastina petrolê ya di nav 24 saetan de hemû şiyanên xwe yên mirovî û teknîkî xistine tevgerê.

Wî da zanîn ku pêvajoya veguhastinê dê bi karwanên li pey hev bidome.

Li gorî Elî Qerenful, ev hewldan beşek ji plana hikûmetê ye.

Hikûmet dixwaze ji nû ve dest bi veguhastina petrola xav a ji zeviyên Sûriyeyê ber bi navendên depokirin û rafîneyan ve bike û ev yek dê bibe alîkar da ku aramiya di sektora enerjiyê de bihêztir bibe.