Bakirhan: Kurd ne hêza çekdar a ti hêzê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Kurd ne hêza çekdar a ti hêzê ne.”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di bernameya ragihandina deklerasyona Newrozê ya li Amedê de axaftineke kurt kir û bal kişand ser rûdanên li Rojhilata Navîn û pozîsyona Kurdan.
Bakirhan anî ziman ku Kurd di navenda şer û pevçûnên li herêmê de ne û têkoşîna maf û azadiyan didin.
“Kurd tam di navenda pevçûnan de ne”
Bakirhan axaftina xwe bi Kurdî da destpêkirin û bi Tirkî berdewam kir û got:
"Em di rojeke gelekî dîrokî re derbas dibin. Rast e li ber deriyê me şer, komkujî û pevçûn didomin.
Kurd tam di navenda pevçûnan de ne. Erdnîgariya Kurdistanê li wir e. Doh dema li Îraqê pevçûn hebû, Kurd di rojevê de bûn.
Dema li Sûriyeyê pevçûn hebû, Kurd di rojevê de bûn. Îro li Îranê jî Kurd di rojevê de ne."
"Kurd ne hêza çekdara tu hêzê ne"
Bakirhan li dijî wê yekê derket ku Kurd wekî amûrekê destê hêzên cuda tên nîşandan û got:
"Lê vê carê Kurdan bi awayekî şaş û xirab nîqaş dikin. Kurd ne hêza çekdar a ti hêzê ne.
Kurd ji ber ku maf û hiqûqên wan tên redkirin û înkarkirin, heta niha têkoşînê dikin. Gava ew hêzên hegemonîk û emperyalîst ne li qadê bûn jî Kurd li qadê bûn.
Li Îranê ji serdema Qasimloyan heta niha, Kurdan têkoşîna ziman, çand û statuya xwe meşandiye."
"Kurd dê bi yekîtiya xwe ya neteweyî têkoşînê bikin"
Bakirhan tekezî li ser wê yekê kir ku Kurd dê ji bo maf û azadiyên demokratîk li welatên ku lê dijîn, têkoşîna xwe bidomînin:
"Îro jî Kurd bi taybetî di van rojên Newrozê de û di vê pêvajoya ku em tê de ne, bi pêkanîna yekîtiya xwe ya neteweyî li her welatê ku lê dijîn, têkoşîna bidestxistina maf û azadiyên xwe yên demokratîk didomînin û dê bidomînin."
"Kirmaşan çi be, Hewlêr jî ew e"
Bakirhan bal kişand ser çarenivîsa hevpar a Kurdan û got:
"Bila her kes gelekî baş bizane ku Kirmanşan çi be, Hewlêr jî ew e. Silêmanî çi be, Kobanî jî ew e. Kobanî çi be, Amed, Qers, Sêrt jî ew e.
Divê em wekî Kurd û dostên wan, ji her demê zêdetir hişyar bin.
Divê em geşedanên li Rojhilata Navîn ji nêzîk ve bişopînin. Îro em di pêvajoyekê re derbas dibin ku çarenivîsa me li Rojhilata Navîn tê diyarkirin."
"Em dê nebin mertalê hêzên emperyalîst"
Bakirhan her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku Kurd dê nebin amûrê hêzên mezin û wiha got:
"Di vê pêvajoyê de em dê ne li ser maseyan werin xapandin, ne jî em dê bibin mertalê hêzên hegemonîk û emperyalîst da ku paşê me bavêjin aliyekî û me ji bîr bikin."
"Bila ev Newroz bibe Newroza azadî û statuyê"
Bakirhan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna hevpar a gelên cuda yên li Îranê:
"Vê carê bi kedkarên xwe, bi jinên xwe, bi Kurdên ku dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’, bi Belûç, Azerî û Farsên sekuler ên ku li hemberî rejîma mela tên çewisandin re, em dê li Îranê zemîneke wisa biafirînin ku Kurd, Belûç û Azerî bigihîjin mafên xwe yên demokratîk û statuya xwe.
Ez hêvî dikim ku ev Newroz bibe Newroza aştiyê, demokrasiyê, azadiyê û bidestxistina statuyê ya ji bo Kurdên li Rojhilata Navîn dijîn.
Ez ji niha ve Newrozê li hemû kedkarên bindest, li hemû gelan û bi taybetî li Kurdan pîroz dikim.”