Li Qamişlo hewara dayîkekê: Elaedîn Emîn çima hat kuştin?
QAMIŞLO – Xortekî Kurd ê 33 salî yê bi navê Elaedîn Emîn ku ji Swêdê çûbû bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di dema binçavkirinê de jiyana xwe ji dest da.
Malbata wî diyar dike ku kurê wan di bin şkenceyê de hatiye kuştin û daxwaza dadgehkirina berpirsan dikin.
Bûyer çawa qewimî?
Elaedîn Emîn, di 7ê meha 9an a sala 2025an de ji Swêdê çûbû Qamişlo.
Piştî derbaskirina Deriyê Pêşabûrê, wî dest bi amadekariyên zewaca xwe kiribû lêbelê, di 20ê meha 10an a 2025an de, ji aliyê Hêzên Asayişa Qamişloyê ve hat girtin.
Li gorî gotinên malbatê, asayişê dest danî ser telefona wî û piştî demekê ji malbatê re ragihand ku werin termê kurê xwe bibin.
Îdiaya şkenceyê
Dema malbatê termê Elaedîn wergirt, bi çavên xwe dîtin ku şopên şkenceyeke giran li ser rû û serê wî hene.
Zeynep Mihemeda dayîka Elaedîn, di hevpeyvîna xwe ya li gel Dilbixwîn Dara de bi girî û feryad behsa rewşê kir û diyar kir ku kurê wan ne terorîst bû, xortekî bi namûs û bi rêz bû.
Li gorî raporta bijîşkî ya ku malbatê pêşkêşî rayedaran kiriye, tê diyarkirin ku Elaedîn beriya du mehan jiyana xwe ji dest daye lê ev agahî heta niha ji aliyê malbatê ve nayê pejirandin û ew guman dikin ku di dema binçavkirinê de hatiye şkencekirin.
Bertek û daxwazên malbatê
Dayîk Zeynep Mihemed, bi daxwaza dadmendiyê gazî rayedaran dike û dibêje: "Kurê min ne terorîst bû. Ez daxwaza xwîna kurê xwe dikim û daxwaza dadgehê dikim. Bila kesên ku ev tişt kirine bên dadgehkirin."
Helwesta rayedaran
Heta niha asayişa Qamişlo û Rêveberiya Xweser derbarê vê bûyerê de bi awayekî fermî ti daxuyanî nedaye.
Heta niha doza kuştina Elaedîn û sedema girtinê hîn jî ne zelal e.
Ev bûyer li Rojavayê Kurdistanê di nav raya giştî de bûye sedema dilgiraniyeke mezin û bangên ji bo lêkolînekê serbixwe û zelal tên kirin.
Malbata Elaedîn Emîn hêvî dike ku fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û berpirsên ewlehiyê yên herêmê guh bidin daxwaza wan û kesên ku di vê bûyerê de berpirsyar in, bên cezakirin.
“Ez daxwaza xwîna Kurê xwe dikim”
Zeyneb Mihemedê bi girî û hewar nalîn ji Rûdawê re got:
Ez daxwaza xwîna kurê xwe dikim, kurê min 13 salan li Swêdê bû, çûye Qamişlo, dest bi karê xwe kir, bi tenê bû, kesê wî li wir nebû, hatin girtin, wekî ku terorîst be...
Ez daxwaza dadgehê dikim, ez daxwaza dadgehê dikim, ez daxwaza dadgehê dikim.
Kurê min ne terorîst bû, kurê min xortekî bi namûs bû.
Ez daxwaza dadgehê dikim.
Ez naxwazim xwîna kurê min li ser erdê bimîne.”
Di beşeeke din a axaftina xwe de dayîka Elaedîn diyar kir ku kurê wê bêsûc bûye û got:
“Elaedîno tiştek nekir, wî tiştek nekiribû, ji min re got, ‘yadê ma tu ji min bawer nake’ hatin ew birin ew bêsûc bû. Ew bi tenê çûbû.
Ma Kurmanc Kurmancan dikuje? We çawa Elaedîno kuşt?”