Silêmanî (Rûdaw) – Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) Elî Bapîr rexne li rêveberiya Başûrê Kurdistanê girt û got, divê em wisa nekin dinya ji me re bêje “kurd nikarin xwe birêve bibin!”
Emîrê Komelê, Elî Bapîr îro li bajarê Silêmaniyê, di konferansa jinan a partiya xwe de gotarek pêşkêş kir. Bapîr di beşek ji gotara xwe de rexne li rêveberiya Başûrê Kurdistanê girt û got, rêveberiya me xirab e. Nabe ti kes heta qiyametê li ser kursiya desthilatê bimîne.
Elî Bapîr diyar kir ku Herêma Kurdistanê bûye du beş û got, me digot emê tecrubeyên xwe bidin Bexdayê jî lê niha çavên me li destê Bexdayê ye!...Divê em wisa nekin dinya ji me re bêje kurd nikarin xwe birêve bibin!...
Wî siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê li ser rewşa parçeyên din ên Kurdistanê jî axivî û got, nabe ti kes xwe bike wekîlê parçeyên din ên Kurdistanê, bila ew bixwe biryara xwe bidin û mafê wan e bibin xwedan statû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse