QAMIŞLO - Rêxistina Sara li dijî tundiya li ser jinê kampanyayek da destpêkirin

Qamişlo (Rûdaw) - Saziyeke parastina mafê jinan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dijî tundiya li ser jinan dest bi kampaniyekê kiriye û dê heya 25ê Mijdara 2019an berdewam be.

 

Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê, li bajarê Qamişlo semînarek saz kir, û têde bal kişand ser giringiya wê yekê ku di tevahiya waran de rola xwe pêk bîne, û ji bo pêkanîna vê yekê jî, divê zulma li ser jinê bidawî bibe.

 

Rêxistina Sara ku li dijî tundiya li ser jinan dest bi kampaniyekê kiriye, dibêje divê wekhevî di navbera jin û zilaman de çêbe.

 

Berpirseke wê rêxistinê Necah Emîn da xuyakirin, ku divê zilam jî beşdari wê kampnyayê bibin ji bo ku ew jî agahdar bin, ka saziyên jinan çi dixwazin.