Li Qersê kûlîlkên mizginiya biharê vebûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê kûlîkên berfîn û sosîn vebûn ku wek mizginiya biharê tên naskirin.

Li parêzgeha Qersê ku zivistana wê dirêj û dijwar e bi zêdebûna pileya germê helîna berfê destpêkiriye û xweza xwe ji bo biharê amade dike. Piştî helîna berfê li deşta gundê Agadeveyê kûlîlkên berfîn û sosin yên bi rengên sipî û şîn vekirin û ev yek wek mizginiya biharê tê zanîn. Dîmenên xweşik derketin hole ku li aliyekî berf  heye û li aliyê din jî bihar e.

Li navçeya Qamûşanê jî ku beriya 2 rojan jî barîna berfê berdewam bû piştî rawestîna berfê dîmenên xweşik çêbûn û darên qaçê bi berfê xemilîne.

Ligel ku li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê nêzîka hefteyekê ye barîna berf û baranê ye lê li çend deveran jî bêhna biharê belav bûye.