Amed - Mînîbusa rêwiyan qulibî: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karazê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa veguhestina rêwiyan wergeriya, 7 kes birîndar bûn.

Li ser rêya parêzgehên Amed –Çewlîgê mînîbusek ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Hatiye ragihandin ku şofêrê minîbûsê û 6 kesên din birîndar bûne

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.