Îsraîl: Me sekreterê Serokê Hizbulahê kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku sekreterê taybet û biraziyê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Naîm Qasim, Elî Yûsif Herşî li Beyrûtê di operasyonekê de hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, Elî Yûsif Herşî yek ji kesên herî nêzîk ê Naîm Qasim bûye û wekî şêwirmendê wî yê şexsî kar dikir.
Her wiha hat diyarkirin ku Elî Yûsif Herşî di birêvebirina ofîsê û misogerkirina ewlehiya Qasim de roleke sereke lîstiye.
Li başûrê Libnanê hedefên binesaziyê hatin armanckirin
Artêşa Îsraîlê şeva borî li başûrê Libnanê zincîreyek operasyonên din pêk anî.
Hat ragihandin ku du xetên sereke yên derbasbûnê yên ku Hizbulahê ji bo veguhestina cebilxane, mûşek û mûşekavêjan ji bakur ber bi başûrê Çemê Lîtanî ve bi kar dianîn, hatin armanckirin.
Di çarçoveya operasyonan de her wiha hat diyarkirin ku li başûrê Libnanê nêzîkî 10 depoyên çekan, mûşekavêj û baregehên leşkerî yên ku ji aliyê Hizbulahê ve dihatin bikaranîn, hatine armanckirin.