YPJ: 35 şervanên me di girtîgehên Şamê de ne
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rûken Cemalê ragihand ku 35 şervanên wan di girtîgehên hikûmeta Sûriyeyê de ne.
Rûkenê diyar kir ku heta niha tenê 5 şervanên wan hatine berdan.
Rûken Cemal beşdarî bultena Rûdawê bû û ji Rûdawê re axivî.
Berdevka YPJyê bal kişand ser mijara tevlîbûna YPJyê ya di nav artêşa Sûriyeyê de û got ku ew di civîna li gel Wezareta Parastinê hîn negihiştine ti lihevkirinê.
Daxwazên YPJyê yên ji bo tevlîbûna artêşê
Rûkenê eşkere kir ku wan reşnivîsek pêşkêşî Şamê kiriye da ku şêwazê beşdarbûna wan diyar bibe.
Serkirdeya YPJyê daxwazên YPJyê wiha rêz kirin, "Em dixwazin hebûna YPJyê di warê destûrî û qanûnî de di nava Wezareta Parastinê de were mîsogerkirin.
Her wiha divê rêz li unîformaya me ya leşkerî were girtin."
YPJ daxwaz dike ku di nav her çar lîwayên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi awayekî xweser û wekhev cihê xwe bigire.
Her wiha wan daxwaz kiriye ku temsîliyeta wan di Desteya Şêwirmendiyê ya Wezareta Parastinê de hebe.
"Em li benda bersiva Şamê ne"
Berdevka YPJyê tekez kir ku civîna wan a bi Şamê re tenê di asta parvekirina nêrînan de bûye.
Rûkenê di berdewamiyê jî de got, "Em niha li benda bersiva Wezareta Parastinê ne. Beşdariya YPJyê ya di nava artêşê de hîn ne zelal e."
Rûkenê behsa aqûbeta şervanên YPJyê yên dîlgirtî jî kir û wiha domand:
"Hejmara hevalên me yên dîlgirtî 35 in. Heta niha 13 jin hatine berdan lê tenê 5 ji wan şervanên YPJyê bûn. Hewlên me yên ji bo azadkirina hevalên me didomin."