DÊRIK - Îlhan û Bahattîn Aktiyên birayên hev di navbera saetekê de mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, 2 birayên ku ji ber nexweşiya penceşêrê tedawî didîtin, di navbera saetekê de mirin.

Îlhan Aktiyê 54 salî ku xelkê gundê Tahtikê yê Dêrikê bû, 8 sal bûn li nexweşxaneyeke Wêranşarê tedawî didît.

Îlhan Aktî doh saet li dora 19:00an krîz derbas kir û koça dawî kir.

Piştî mirina Îlhan, nûçeyeke din a xemgîn gihîşt malbatê.

Birayê Îlhan Bahattîn Aktiyê 75 salî yê ku li Mêrsînê ji ber penceşêra pişikê tedawî didît, saetek piştî Ilhan mir.

Termê Ilhan Aktî li Wêranşarê û termê birayê wî Bahattîn Aktî jî li Mêrsînê hatin veşartin.

"Em neçar man wan li 2 cihan veşêrin"

Eşref Aktiyê 53 salî behsa êşa malbata xwe kir û got, "Wergirtina xebera mirina her du birayan di carekê de em gelekî xemgîn kirin.

Bahattîn li Mêrsînê û Îlhan li Wêranşarê tedawî didîtin.

Saet 19:00an xebera mirina Îlhan hat, saetek piştî wê jî ya Bahattîn. Em bi temamî şerpeze bûn.

Qedera wan di yek rojê de hatibû nivîsandin lê em neçar man wan li du cihên ji hev dûr veşêrin."