Petrola Besreyê di Kerkûkê re diçe Tirkiyeyê: Rojane 450 tanker tên barkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmetaê rêyeke nû ji bo hinartina petrola başûrê welat diceribîne.

Rojane 90 hezar bermîl petrola parêzgeha Besreyê bi rêya tankeran tê Kerkûkê û ji wir jî bi boriya Herêma Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve tê hinartin.

Ev pêvajoya transîtê lêçûneke mezin dixwaze. Veguhastina her bermîlek petrola ji Besreyê heta Kerkûkê di navbera 10 û 12 dolaran de ye. Li gorî amaran, heta niha 180 hezar bermîl petrol gihîştiye Kerkûkê.

Ebdulwahid Nûrî, yek ji wan şofêran e ku petrola Besreyê barkiriye û piştî du rojan gihîştiye Kerkûkê. Nûrî ji Rûdawê re got, "Her tankerek 36 hezar lître petrol hildigire.

Erkê me tenê gihandina petrola ji bo Kerkûkê ye. Tê gotin ku rojane 100 hezar bermîl digihîje vir."

Çêkirina boriya Kerkûk-Ceyhanê didome

Wezareta Petrolê ya Îraqê tenê li benda tankeran nîne.

Niha tîmên teknîkî li ser çêkirina boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê dixebitin ku dirêjahiya wê 320 kîlometre ye û dikare rojane 500 hezar bermîl petrol hinarde bike.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Teha, piştgiriya xwe ji bo van gavan nîşan da û ji Rûdawê re got:

"Di demeke kurt de çêkirina xeta Kerkûk-Ceyhanê dê biqede. Ev beşek e ji plana stratejîk a hikûmeta Îraqê. Veguhertina Kerkûkê ya ji bo navçeya transîta petrolê, dê feydeyeke mezin bide parêzgeha me."

Ji bo veguhastina 90 hezar bermîl petrolê, rojane hewcedarî bi 450 tankerên mezin heye.

Her tankerek li gorî rewşa rêyan, di nava 48 heta 72 saetan de barê xwe ji Besreyê dighîne embarên petrolê yên Kerkûkê.