AMED - Karesata Malbata Kavakan: 3 keçên wan mirin, a çarem li ber mirinê ye
Amed (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê 3 keçên Malbata Kavakan ji ber tumora mejî mirin lê niha 2 keçên din ên malbatê bi nexweşiya tumora mejî ketine û rewşa yekê ji wan gelekî giran e.
Li bajarê Amedê, Malbata Kavakan rûbirûyî karesateke giran a tendurustiyê bûye.
Heta niha 3 keçên vê malbatê ji ber nexweşiya penceşêra mejî canê xwe ji dest daye.
Niha keça wan a 29 salî Hisret jî bi heman nexweşiyê ketiye û li nexweşxaneyê ji bo jiyanê şer dike.
3 keziyên reş li bin axê ne
Malbata Kavakan di sala 2010an de 2 keçên xwe Eylem û Zozanê, di sala 2025an de jî keça xwe ya 14 salî Nûrhatê ji ber penceşêra mejî winda kirin.
Niha keça wan a çarem Hisret li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê ya Amedê tê dermankirin.
Dê û bavê wê bi çavên tije hêsir li ber deriyê nexweşxaneyê li benda mûcîzeyekê ne.
Muzeyyen Kavaka dayîka Hisretê got, "Hisret pir ditirse. Bi şev radibe û dibêje 'dayê nexweşiya min jî wekî ya xwîşkên min e, ez naxwazim bimirim.'
Ez 5 meh in wekî bebekan wê xwedî dikim lê êdî taqeta min nemaye.
Min êşa 3 zarokên xwe dît, ez naxwazim Hisretê jî winda bikim. Dermanê her kesî li Tirkiyeyê heye, çima dermanê zarokên min tune ye?"
Banga ji bo Wezareta Tendurustiyê
Bavê keçikan Mezher Kavak daxwaz dike ku Wezareta Tendurustiyê alîkariya wan bike. Malbat diyar dike ku eger çareyek hebe ew amade ye keça xwe ji bo dermankirinê bişîne derveyî welat.
Mezher Kavakê bavê Hisretê ji Rûdawê re got, "Rewşa keça min krîtîk e. Me 3 keçên xwe spartin axê, em naxwazin ya çarem jî winda bikin.
Bila dewlet û mirovatî hawara me bibînin û destê xwe bidin me. Di vê dinyayê de kî piştî windakirina 3 zarokan dikare rehet razê?"
Malbata Kavak şev û roj bi diayan li benda şifayê ne. Ew naxwazin qedera Hisretê jî bibe wekî ya xwişkên wê yên ku di temenê ciwan de koça dawî kirine.