Kevin Lambert: Em ji bo aramiya Kurdistanê li gel we ne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê General Kevin Lambert pêşwazî kir.
Di civînê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê hate gotûbêjkirin.
Her du aliyan bal kişand ser hewlên rûbirûbûna êriş û metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê û têkoşîna li dijî terorîstên DAIŞê.
Mesrûr Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgirî û hevkariya hêzên Hevpeymanan ducare kir.
General Kevin Lambert jî tekez kir ku ew dê ji bo parastina asayîş û aramiyê û rûbirûbûna astengiyan, piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê bidomînin.