CIZÎR - Barana zêde kolan kirin gol
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê barana zêde bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.
Ji ber barana gur, li ser kûçe û kolanan av rabû û gelek cih bûn golên avê. Ajokarên wesayîtan û peyayan ji ber van golên avê rastî gelek zehmetiyan hatin.
Hinek welatî ji bo ku şil nebin xwe sipartin bin banan û heta ku baran kêm bû li bendê man.