Dêrsim (Rûdaw) - Bi piraniya xwendekarên Zanîngeha Mûnzûr a Dêrsimê ji bajarê Bakurê Kurdistanê ne. Ji bajarên Tirkiyê hema bigire xwendekar tune ne. Herwiha li gor salên berê hejmara xwendekarên zanîngehê jî kêm bûye.
Hem li gor rêveberiya zanîngehê û hem jî li gor xwendekaran sedem û hokara bingehîn hebûna şer û pevçûnan e. Nêzîkî hezar xwendekar ji sala par kêmtir e, herwiha zêdetirî hezar xwendekar jî tenê qeyda xwe çêkirine lê naçin dewamê. Hokara din a kêm tercîhkirinê jî kuwalîteya kêm perwerde û hîndekariya zanîngehê ye.
Zêdetirî ji sedî 90ê xwendekarên Zanîngeha Mûnzûr a Dêrsimê Kurd in. Mihemed Çeçen jî ji Qoser a bajarê Mêrdînê ye, ku sê sal e li vê zanîngehê Beşa Civaknasiyê dixwîne.
Hejmara xwendekarên tirk li Zanîngeha Dêrsimê pir kêm e. Mihemed çeçen sedemên ku xwendekarên Tirk, Zanîngeha Mûnzûrê tercîh nakin, ew bi nêrîna ku çapemeniya Tirkî derheqê bajarên Kurdan de çêkiriye, girê dide.
Mihemed Çeçen Xwendekarê Zanîngeha Mûnzûrê ji Rûdawê re wiha dibêje: "Çapemeniya Tirkî li ser bajarên kurdan nêrîneke nebaş çêkiriye. Ji ber vê yekê xwendekarên ku ji Tirkiyê naxwazin werin bajarên Kurdan. Newêrin, ditirsin. Xwendekarên me yên Zanîngeha Mûnzûr a Dêrsimê bi taybetî ji bajarên Kurdan tên. Ji ber ku Dêrsim bajarekî sekuler, demokratîk e. Bajarekî sirûşthez û hawîrdoparêz e. Herwiha mafên jinan li vî bajarî parastî ye."
Di van 2 salên dawîn de ji ber şer û pevçûnan xwendekarên Kurd bi xwe jî vê zanîngehê kêm tercîh dikin. Lê aliyê din jî xwendekarên Kurd dibêjin ku ji ber zextên li Tirkiyê ew neçarî zanîngehên Bakur in.
Xwendekarê bi navê Welî Şahîn dibêje: "Zext û neheqî li hevalên me yên ku li Tirkiyê dixwînin tê kirin. Bo nimûne hevalekî min ê ku li bajarê Qeyseriyê dixwîne, ji ber ku Kurd e rastî zextan hatiye."
Bariş Bîngol yek ji xwendekarên Zaîngeha Mûnzûrê jî got:"Hûn jî dizanin, em jî dizanin li vir leşker pir in. Lewma xwendekar nayên vir."
Mihemed Çelîk jî ku bo xwandinê Zanîngeha Dêrismê ji xwe re hilbijartiye, diayr kir: "Me ev der tercîh kir. Me dît ku çawa tê qalkirin li navendê şer tune ye. Şerê li çiya diqewimin, ji navendê dûr e."
Xwendekar, Şêxmûz Ayata jî li ser heman mijarê axivî û got:"Ji ber rewşa siyasî û aloziyan xwendekar ditirsin, tercîhên xwe pir nadin vir."
Fatma Demîrtaş yek ji xwendekaraên vê zanîngehê ye û dibêje: "Ez ji Agiriyê têm vir. Ez li vir hest bi xerîbiyê nakim. Ji ber ku mirovên Dêrsimê pir baş in."
Li gor rêveberiya zanîngehê jî li gel tirs û fikara şer ji ber quwalîteya perwerde û hîndekariya zanîngehê jî xwendekarên rojavayê Tirkiyê naxwazin li vir bixwînin.
Serokê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Mûnzûrê, Alî Kemal Ozcan li ser mijarê daxuyanî da Rûdawê û ragihand:
"Ez ji xwendekaran dipirsim ku ´hûn ji kuderê hatine´. Di polekî de tenê 2-3 kes ji rojavayê Tirkiyê hatine. Hemû ji bajarên Kurdistanê tên. Xwendekarên rojavayê Tirkiyê ji ber du hokar û fakteran naxwazin bên vir. Hokara yekem ew e, dibêjin ku perwerdeya vê zanîngehê li paş maye, perwerde û hîndekariya vir ne baş e. Hokara duyemîn jî dibêjin ku li wir şer û pevçûn hene û ditirsin."
Li 4 fakulte, 4 peymangeh û 2 enstîtûyên Zanîngeha Mûnzûr a Dêrsimê, sala par 7 hezar 599 xwendekaran dixwendin. Îsal ev hejmar daketiye 6 hezar û 772 xwendekaran. Ji van 1 hezar û 402 kes jî naçin dewamê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse