Li Gola Wanê koça masiyan destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Masiyên Gola Wanê ji bo hêkên xwe li avên şêrîn bikin her sal di navbera meha Nîsan û Tîrmehê de ber bi avên şêrîn ve koç dikin, lê îsal ji ber hewa sar bû koça masiyan dereng destpê kir.

Li Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê balindeyên Qaqlîbaz di van demên niha de li ser tengavên rêyên ava şêrîn ên diherikin gola wanê kom dibin û nêçîra masiyan dikin.

Qaqlîbaz li ser tengavên rêyên ava şêrîn ên diherikin Gola Wanê bicih bûne da ku nêçîra masiyên Gola Wanê bikin.

Masiyên Gola Wanê ji bo hêkên xwe li avên şêrîn bikin û nifşa xwe berdewam bikin, her sal di navbera 15ê Nîsan û 15ê Temûzê de ber bi avên şêrîn ve koç dikin, lê îsal ji ber hewa sar bû koça masiyan dereng destpê kir.

Koça zehmet û dijwar a masiyan ji aliyê wênegiran ve tê tomarkirin.

Wênegir Gulşen Gunay dibêje: “Îsal ji ber hewa sar bû, koça pîroz a masiyên Gola Wanê dereng destpê kir. Em jî wek endamên Komeleya Gerdûnî ya Wênegiran a Erdîşê û gelek wênegiran hatin ev masiyên, ku li ser cîhanê tenê li Wanê di ava bi xwê û soda de dijîn bikşînin.”

Herwiha di vê demsalê de bi hezaran geştyar bi minasebata dîtîna koça masiyên Gola Wanê serdana bajêr dikin.

Wênegir Mehmet Nuri Sevinç jî got: “Ez wênegirê xwezayê me. Bi destpêkirina koça masiyan em jî hatin wêneyên ev dîmenên nuwaze bikşînin.”

Di navbera 15ê Nîsanê heta 15ê Temûzê ji ber dema koçkirin û hêkkirinê ye nêçîrkirina Masiyên Gola Wanê tê qedexekirin. Lê tevî qedexeyan, beşek ji xelkê navçeyê nêçîra wan dikin.

Li navçeya Bêgirê ser bi parêzgeha Wanê, di kamyonetekê de , dest bi ser tonek masî de hat girtin, ku bi qaçaxî hatibûn nêçîrkirin. Bo şofêrê kamyonetê jî 11 hezar lîre ceza hat birîn.