CHP dê li Wanê ji bo Ekrem Îmamoglu bimeşe

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) dê sibe li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji bo Ekrem Îmamoglu meşekê li dar bixe.

CHP dixwaze li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şaredarên din ên partiya xwe, sibe li Wanê meşeke girseyî li dar bixe.

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî dê tevlî meşê bibe.

Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu li ser hesabê xwe Xê ji Wanê peyameke vîdeoyî belav kir.

Tanrikulu ji xelkê Wanê xwest ku tevlî meşa bi navê “Gel xwedî li îradeya xwe derdikeve” bibin û got:

“Eger hûn neyên, em dê kêm bimînin.”

Meşa CHPyê dê roja şemiyê demjimêr 12:00an li meydana bajêr dest pê bike.

Heta niha DEM Partiyê piştgiriya xwe ya ji bo meşê ranegihandiye û ti daxuyanî belav nekirine.