DÊRSIM - Ajeldar ji ber xerciyan zehmetiyan dikişînin: ‘Em mexdûr in’

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêrsimê ajeldar dixwazin ku dewlet kirêya zozanan ji wan nestîne.

Piştî çêra li zozanên Dêrsimê ajeldar pezê xwe kom dikin.

Yek bi yek şîrê ajelan didoşin ku jê penîr çêbikin.

Bêrîvanekê da zanîn ku her çi qasî 24 demjimêran û bi kedeke mezin dixebitin jî ew nikarin debara jiyana xwe bi ajeldariyê bikin.

Bêrîvana bi navê Şehrîban Uçarê got:

“Karê me zehmet e. Em 24 saetan bênavber dixebitin.

Kirêya zozanan biha ye, em mexdûr in ji ber ku her tişt biha ye.”

Ajeldar bi taybetî ji kirêya zozanan ku ji dewletê kirê dikin û ji nirxê şivantiyê ne razî ne.

Ew dibêjin xerciya xwedîkirina ajelan roj bi roj zêdetir dibe lê penîrê ku çêdikin gelekî erzan difiroşin û yê qezencê jê dike bazirgan in.

Ajeldar Haydar Uçar jî anî ziman:

“Em her roj pez didoşin û penîrê xwe çêdikin lê em ji vî penîrî qezencê nakin.

Navbeynkar û bazirgan pereyan qezenc dikin.

Divê dewlet alîkariya me bike, kirêya zozanan pir zêde ye, meaşê şivanan pir zêde ye, heqê wesayîtan pir zêde ye, lêçûnên me pir zêde ne.

Eger xwedîkirina ajelan di rewşek baş de be, welat dê baş be lê eger berovajî vê be, welat dê xirab be.”

Bi taybetî li navçeyên Çemîşgezek, Xozat û Pêrtagê yên Dêrsima Bakurê Kurdistanê ajeldarî çavkaniya sereke ya debara jiyanê ye.

Li gorî amaran, salane 200 hezar serî pez tê xwedîkirin û berhemên tên amadekirin ji parêzgehên derdorê jî re tên firotin.