Abdurrahîm Temel: Heta dawiya hezîranê êdî PKK li çiyayan namîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînên Stratejîk a TEMELê Abdurrahîm Temel (Semawî) diyar kir ku heta dawiya hezîranê PKK dê li çiyayan nemîne.

PKKyê eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist. 

PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hat lidarxistin."

Abdurrahîm Temel bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û li ser kongreya PKKyê bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

Li gorî gotina Temel, PKK dê di nava 2-3 rojan de bernameya xwe ya danîna çekan îlan bike û di navbera PKK û dewletê de bawerî hatiye avakirin.

Serokê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînên Stratejîk a TEMELê amaje bi kongreya PKKyê kir û wiha domand:

"Di navbera PKK û dewletê de bawerî hatiye avakirin. PKKyê biryarên ku di navbera 5-7ê Gulanê de standine şandin ji Ocalan re û piştî wê dê bersiveke nû were û dê bersiv ji gel re were eşkerekirin.

Ew bersiv jî heger îro negihêjî ez wisa bawer dikim dê roja yekşemê bê eşkerekirin. Roja yekşemê Roja Dayika ye bi wê wesîleyê dê bersivekê bidin dê biryarên kongreyê eşkere bikin.

PKK dê li Dihok, Hewlêr û li Silêmaniyê çekan deyne, hin kes dê çekên xwe bifiroşin.

Îro ne lê ye, sibe yan dusibe dê rêxistin bernameya xwe ya danîna çekan îlan bike.

Heta dawiya meha hezîranê pêvajoya mayîna PKKyê ya li çiyayan dê bi dawî bibe.”

“Şertên Ocalan hatine guhertin”

Abdurrahîm Temel diyar kir ku dê hikûmet jî hin guhertinan pêk bîne û wiha domand:

“Hikûmet jî îro sibe dê hin guhertinan pêk bîne. Roja sêşemê wê hin yasa bên guhertin. Beriya her tiştî dê girtiyên nexweş bên derxistin.

Ew kesên ku gelek salan di girtîgehê de mane dê bên derxistin û dê gelek kes di hepsa malê de bên hiştin.

Ew kesên ku ji ber endamtiya PKKyê hatine girtin dê tev de ji girtîgehê derkevin. Selahattîn Demîrtaş jî dê derkeve.

Şert û mercên Ocalan hatin guhertin û dê hîn jî ew şert bên guhertin. Dan û standinên Ocalan bi rêxistinê re bi berdewamî hene.

Belkî xelk nizane lê dan û standin bi berdewamî hebûn.

Dema rêxistinê 5-7ê Gulanê kongreya xwe li dar xist jî dan û standin her hebûn û bi hevdû re dipeyivîn û Ocalan bi awayekî tevlî kongreyê bû.

Cihê Ocalan dê li Îmraliyê bê guhertin û dan û standinên Ocalan dê bi Ewropa, Rojava û Sûriyeyê re hebin.

Ez naxwazim bêjim bê ka Abdullah Ocalan çawa tevlî kongreyê bûye. Bila PKK wê eşkere bike ne ez. Bes ez vê dikarim ji we re bêjim Ocalan tevlî kongreyê bû.

Dewlet dê di meseleyên yasayî de li parlamentoyê hin gavan biavêje.

Heta niha di nava dewlet û rêxistinê de bawerî tunebe ya girîng ew e ku bawerî di nava her du aliyan de çêbû û çareserkirina pirsgirêkan hêsan bûye.”

Temel amaje bi îdiayên "suîqesta li Sirri Sureyya Onder" jî kir ne dewlet û rêxisinê, aliyên din ên navneteweyî yên wekî Îsraîl û Amerîkayê suîqest li Sirri Sureyya Onder kiriye.