Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Jîwar Hacibiyê ku bi navê Xeter tê nasîn di 44 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kir.
Xeter sala 1981ê ji dayîk bûye û ji zaroktiyê ve tevî malbata xwe çûye Almanyayê.
Heta niha sedema mirina wî nehatiye zanîn lê şeva borî koça dawî kiriye.
Rojnameya Bildê ya Almanyayê dibêje, li bajarê ku lê dijî li Kolnê wefat kiriye.
Çend kesên nêzîkî Xeter jî ew agahî ji Rûdawê re piştrast kiriye.
Heta niha malbata wî ti daxuyanî belav nekiriye lê heval û hogirên wî yên herî nêzîk di torên civakî de ev nûçe piştrast kye.
Jîwar Hacibî rapbêj û produser û karsazekî navdar ê Kurdistanî û Almanyayî ye.
Ew yek ji bibandordartrîn hunermendên 30 salên borî yên qada rapê bûye li Almanya û Ewropayê.
Medyaya Almanyayê li gel belavkirina nûçeya mirina wî, wî wekî "efsaneyê rapê" bi nav kiriye.
Hunermend û kesayetiyên navdar ên Almanyayê jî bi lez bertek li hemberî mirina wî nîşan dane.
Berê Xeter bûbû mêhvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê û behsa zehmetiyên jiyana xwe kiribû.
Ji ber dengvedana karên wî û ketina girtîgehê, gelek belgefîlm û roportaj li ser jiyan û kesayetiya Xeter di medyaya Almanî û Ewropayê de hatine çêkirin.
Jîwar Hacibî destpêka salên 1990î nasnavê (Xeter) ji xwe re hilbijartibû.
Xeter di hevpeyvîna xwe ya li gel Rûdawê de eşkere dike ku wî ev nav ji xwe re dananiye ku ew xeter e lê belê li Almanî dema tiştekî balkêş û xurt hebe, jê re dibêjin “ew xeter e.”
Hunermendê Kurd di jiyana xwe ya hunerî de 6 albûm û 17 stranên cuda, çar fîlm û pirtûkek li ser jiyana xwe belav kirine.
Fîlmê wî yê dawî bi navê Rheingold ku sala 2022yan hat belavkirin, yek ji fîlmên herî pirfiroş ên di sînemaya Almanyayê de bû.
Hunermendê Xeter zewicî ye û du zarokên wî hene.
Her wiha li gel karên hunerî, di heman demê de bazirgan bûye û bi taybetî bi vê yekê hatiye naskirin û gelek xwaringehên wî li bajarên mezin ên Almanyayê hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse