HISÎÇA - 1000 malbat ber bi Efrînê ve bi rê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 1000 malbatên koçber ên Efrînî ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin.

Karwanê çaremîn ê koçberên Efrînî ji parêzgeha Hisîçayê bi rêya navneteweyî ya M4ê ber bi herêmên xwe ve bi rê ket.

Serokê Komeleya Efrînê ya Civakî Îbrahîm Heftaro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di karwanê de 1000 malbatên koçber hene.

Bi gihîştina vî karwanî re, hejmara malbatên ku vegeriyane gihîşt 2400 malbatî.

Heftaro her wiha da zanîn ku 7 hezar malbatên din jî li benda vegera li ser warên xwe ne.

Plana 'Sifir Kon' û aramî

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed doh ji Rûdawê re ragihandibû ku ew dixwazin li herêma wan ti konên koçberiyê nemînin û anî zimên:

"Em dixebitin ku li herêmê sifir konên koçberiyê û sifir dîl û girtiyên ramanê hebin."

Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku xebatên ji bo vegera hemû koçberên li hemû herêman didomin.

Wî her wiha diyar kir ku ew hewl didin aramî û ewlehî li herêmê were çesipandin.

Qonaxa xizmetguzariyê

Nûredîn Ehmed ragihandibû ku piştî vegera koçberan û misogerkirina aramiyê, ew dixwazin derbasî qonaxeke nû bibin.

Wî eşkere kir ku armanca wan a sereke destpêkirina qonaxa pêşkêşkirina xizmetguzariyên pêwîst e.

Ji bo vegera zêdetirî hezar malbatên koçber ên Efrînî ya li malên xwe amadehî hatibûn kirin û ev pêla ewil a vegera bi girseyî ye.

Koça ji Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar.

Di encama êrişên giran de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Lê piştî nemana desthilata Beşar Esed rewş hinekî guheriye û Kurd li gorî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de hêdî hêdî li Efrînê vedigerin.