Li Baneyê zêdetirî 3 hezar xanî û dikanan zerer dîtiye
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Niştecihkirinê ya parêzgeha Sineyê ragihand ku ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê, tenê li Baneyê zêdetirî 3 hezar û 300 xanî û dikanan zerer dîtiye.
Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Niştecihkirinê ya parêzgeha Sineyê Seîd Resûlî diyar kir:
"Tîmên avakirinê serdana wan cihan kiriye ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine bombebarankirin ku qebareya zereran binirxînin.
Li gorî nirxandinên me, li bajarê Baneyê 3 hezar û 300 xanî û dikanan zerer dîtiye û wêran bûne.
41 ji wan xanî û dikanan bi temamî hilweşiyane."
Pêvajoya nûjenkirinê û alîkarî
Seîd Resûlî destnîşan kir ku piştî nirxandina zereran, xebatên nûjenkirinê dest pê dikin.
Berê berpirsên parêzgeha Sineyê eşkere kiribû ku mîqdara wê alîkariya ku ji bo nûjenkirinê hatiye diyarkirin, li gorî zereran dê di navbera 15 milyon û 700 milyon tumenî de be.
Şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê dest pê kir.
Piştî wê Îranê bi mûşek û dronan êrişî Îsraîlê û welatên herêmê kir.