Hewlêr (Rûdaw) - Di maça fînalê ya Koma Sor a qonaxa play-offê ya Lîga 2yan de, Mardin 1969 Sporê 2-1 zora Muşsporê bir.
Mardin 1969 Spor bi vê serkeftinê re piştî 18 salan derket Lîga 1ê.
Her du tîmên Bakurê Kurdistanê Mardin 1969 Spor û Muşspor di fînala Koma Sor a play-offa Lîga 2yan de li Stadyuma Amedê hatin pêşberî hev.
Mardin 1969 Spor di vê maça girîng de bi encama 2-1 bi ser ket.
Golên serkeftinê yên Mardin 1969 Sporê Mertan Ozturk xuleka 24an û Mîraç Acerx uleka 61an avêtin.
Gola Muşsporê jî xuleka 73yan ji aliyê Bîlal Budak ve hat avêtin.
Mardin 1969 Spor piştî 18 salan di Lîga 1ê de ye
Di xulekên mayî yên maçê de ti golên din nehatin avêtin û Mardin 1969 Spor di maçê de bi ser ket.
tîma sor û reş bi vê encamê re bû şampiyon û piştî 18 salan karî derbasî Lîga 1ê.
Tîma din a Bakurê Kurdistanê Muşspor jî di Lîga 2yem de ma.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse