Parlamentera DEM Partiyê piştî 36 salan vegeriya gundê xwe yê valakirî
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partî ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp, piştî 36 salan çû gundê xwe yê Lêrdê ku bi dehan salan berê hatibû valakirin.
Parlamentera Kurd wêneyekî xwe û kurê xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê parve kir û got ku ew piştî ew qasî salan dîsa li ser axa bav û kalên xwe ye.
"Bê pirs û pirsyar hat valakirin"
Gundê Lêrdê yê ku li quntara Çiyayê Sîserê yê Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye, 36 sal berê ji aliyê dewletê ve hatibû valakirin.
Semra Çaglar Gokalpê diyar kir ku ew pêvajo bi êş û zehmetiyên mezin derbas bûye.
Wê anî zimên ku gundê wan bê pirs û pirsyar hatiye valakirin û dema ew ji gund hatine derxistin ew bi xwe tenê 2 salî bûye.
"Vegereke birûmet"
Gokalpê destnîşan kir ku ew piştî ew qasî salan dîsa li heman cihî ye û vê yekê di dilê wê de hestên kûr çêkirine.
Wê wêneya xwe ya li nav xirbeyên gund parve kir û got ku wê çawa di 2 saliya xwe de ew gund terk kiribe, niha jî bi kurê xwe yê 2 salî re li ser kavilên gundê xwe ye û koka dîrokê bi hestên tevlihev dijî.
Parlamentera DEM Partiyê Semra Çaglar Gokalpê di dawiya daxuyaniya xwe de peyama xwedîderketina li axê da û got:
“Êdî dem dema vegera li ser axa pîroz e. Vegereke birûmet.”
Piştî 36 salan û tevî gelek êş û zehmetiyan ez li gundê xwe me.
— Semra Çağlar Gökalp (@Semra_caglar_) May 8, 2026
Gundê me #Lêrd berî niha 36 salan bê pîrs û pîrsyar hate valakirin.
Ez 2 salî bûm. Niha kurê min di heman temenê de ye û em bi hev re li ser kavilê bav û kalan in.
Li hembêza min de kurê min û hestên tevlihev… pic.twitter.com/DPnPw2HJqc