Rêzan Eto: Em qebûl nakin ku zimanê me bibe derseke vebijêrkî

Hewlêr (Rûdaw) - Rêzan Eto diyar kir ku ew pêşniyara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê red dikin û got, "Em qebûl nakin ku zimanê me bibe derseke vebijêrkî."

Birêvebirê Dibistanan ê Kobaniyê Rêzan Eto bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û li ser rewşa perwerdeyê ya li herêmê, nakokiyên bi Şamê re û amadehiyên Roja Zimanê Kurdî pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Rêzan Eto diyar kir ku li herêma Kobaniyê berî rûdanên dawî hejmara xwendekaran gihîştibû 70 hezarî lê piştî guherîna rewşa siyasî û leşkerî, niha li herêmê pergaleke dubeşî heye.

Eto destnîşan kir ku nîvê dibistanan di bin kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ne û nîvê din jî di bin birêvebiriya Rêveberiya Xweser de ne.

Li gorî agahiyên ku Eto dane, li navenda bajarê Kobaniyê 106 dibistan hatine vekirin.

Her wiha li herêmê 5 navendên sereke yên perwerdeyê hene ku ev in: Qena, Sirîn, Eyn Îsa, Çelebî û navenda Kobaniyê.

Di dibistanên Rêveberiya Xweser de hemû materyalên xwendinê bi zimanê Kurdî ne.

Pêşniyara Şamê û helwesta Rêveberiya Xweser

Yek ji mijarên herî girîng ên hevpeyvînê, pêşniyara Hikûmeta Şamê ya ji bo zimanê Kurdî bû.

Şamê pêşniyar kiriye ku zimanê Kurdî di hefteyê de tenê du saetan wekî dersên vebijêrkî were dayîn.

Rêzan Eto ev pêşniyaz bi tundî red kir û got:

"Ev ne naskirina zimanê Kurdî ye, ev têkçûn e. Zarokên me 12 sal in bi zimanê dayîkê dixwînin.

Em qebûl nakin ku zimanê me tenê bibe derseke vebijêrkî.

Divê zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de wekî zimanekî fermî cih bigire.

Heta niha di dan û standinên bi Şamê re de li ser mijara perwerdeyê ti encamên zelal derneketine lê em dest ji perwerdeya bi Kurdî bernadin."

Zererên şer û avakirina dibistanên nû

Rêzan Eto bal kişand ser bandora şerê li dijî DAIŞê ya li ser binesaziya perwerdeyê û eşkere kir ku di dema şer de 10 dibistan bi temamî hatine rûxandin.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, wan îsal du dibistanên nû ava kirine.

Eto her wiha anî ziman ku ji ber zêdebûna nifûsê û vegera koçberan, pol gelekî qerebalix bûne û da zanîn ku niha di her polekê de 18-50 xwendekaran hene.

Birêvebirê Dibistanan diyar kir ku ji bo kêmkirina vê qerebalixiyê û baştirkirina mercên xwendinê, xebatên wan berdewam dikin.

Amadehiyên Roja Zimanê Kurdî

Rêzan Eto ku endamê Komîteya Amadekar a Çalakiyên 15ê Gulanê ye jî ragihand ku wan ji bo Roja Zimanê Kurdî amadehiyên mezin kirine.

Eto got ku xwendekarên wan niha li ser dîrok û cografyaya Kurdistanê perwerdeyê dibînin û ev yek hişmendiya wan a neteweyî xurt dike.

Eto di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sala xwendinê 25ê Gulanê bi dawî dibe û niha xwendekar ji bo ezmûnên dawiya salê amadehiyên xwe dikin.

Wî tekez kir ku ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an jî ew dê bi pergal û materyalên Kurdî perwerdeyê bidomînin.