Washington Post: Îranê li herêmê li 228 armancên Amerîkayê xistiye

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke rojnameya Washington Postê ya ku pişta xwe bi wêneyên peykan ve girê dide, diyar dike ku êrişên asmanî yên Îranê ji destpêka şer ve herî kêm zerer gihandiye 228 avahî û kel û pelên leşkerî yên Amerîkayê yên li seranserê Rojhilata Navîn.

Ev amar ji wan amaran gelekî zêdetir e ku hikûmeta Amerîkayê bi fermî qebûl kirine.

Li gorî analîza wêneyan, di êrişan de qadên balafiran, cihên nîştecihbûna leşkeran, depoyên sotemeniyê, balafirên şer û pergalên hestiyar ên radar û parastina asmanî hatine armanckirin.

Metirsiya van êrişan wisa kiriye ku hinek baregehên Amerîkayê ew qasî xeternak bibin ku fermandar neçar mane piraniya karmendên xwe ji wan cihan dûr bixin.

7 leşkerên Amerîkayê mirin

Di warê ziyanên canî de heta dawiya meha Nîsanê, di êrişan de 7 leşkerên Amerîkî mirine. Şeş ji wan li Kuweytê û yek jî li Erebistana Siûdî hatiye kuştin.

Her wiha zêdetirî 400 leşkerên din jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 12 ji wan "giran" e.

Astengkirina wêneyên peykan

Washington Post diyar dike ku di vî warî de bidestxistina wêneyên peykan (satelît) ên herêmê gelekî zehmet bûye.

Sedema vê yekê ew e ku du şirketên mezin ên dabînkerên wêneyan (Vantor û Planet), li ser daxwaza hikûmeta Amerîkayê belavkirina wêneyên herêmê sînordar kirine an jî bi paş xistine.

Li aliyê din, ajansên nûçeyan ên Îranê bi berdewamî wêneyên bikalîte belav dikin ku zererên baregehên Amerîkayê nîşan didin.

Washington Postê 109 ji wan wêneyên Îranî bi amarên Pergala Copernicusê ya Yekîtiya Ewropayê re dan ber hev, derket holê ku wêne rast in û destkarî li wan nehatiye kirin.

“Êrişên Îranê gelekî hûr bûn”

Mark Cancianê ku generalê malnişîn ê Deryayî û Şêwirmendê Bilind ê Navenda Stratejî û Lêkolînên Navneteweyî ye, piştî dîtina wêneyan ji rojnameyê re axivî.

Mark Cancian got, "Êrişên Îranê gelekî hûr bûn. Ti çalên bêserûber nayên dîtin ku nîşaneya nearmanckirina armancan be."

Hinek pispor jî dibêjin, wekî ku xuya dike, artêşa Amerîkayê şiyana Îranê û ew agahiyên îstixbaratê yên ku Rûsyayê ji bo lêdana armancan dane wê, kêm nirxandine.

Pispora Enstîtuya Stimsonê Kelly Griecoyê bawer dike ku Washingtonê difikirî ku ew dikare bi lez şiyana mûşekî û dronî ya Îranê ji holê rake.

Lê wê guh nedabû "kûrahiya agahiyên îstixbaratê yên Îranê" yên li ser pêgehên cîgir ên Amerîkayê.

4 cihên sereke

Lêkolîn eşkere dike ku zêdetirî nîvê wêraniyê li van çar cihan bûye:

1- Baregeha Fermandariya Fewca Pêncem a Hêza Deryayî ya Amerîkayê ya li Behreynê.

2- Baregeha Asmanî ya Elî Salim a li Kuweytê.

3- Baregeha Arifcanê ya li Kuweytê.

4- Baregeha Buehringê ya li Kuweytê.

Rayedarekî Amerîkayê diyar kir ku Behreyn û Kuweytê herî zêde zerer dîtine.

Sedema vê yekê ew e ku wan destûr daye ku ji xaka wan ve êrişî Îranê were kirin, bi taybetî jî bi bikaranîna pergala mûşekî ya HIMARSê.

Qeyrana kêmbûna mûşekan

Pirsgirêkeke din a mezin a Amerîka û Îsraîlê ya di şer de xilasbûna mûşekên parastinê ye.

Li gorî amaran, tenê di navbera 28ê Sibatê û 8ê Nîsanê de, artêşa Amerîkayê herî kêm 190 mûşekên pergala "THAAD"ê û 1060 mûşekên pergala "Patriot"ê bi kar anîne.

Ev rêje ji sedî 53 û ji sedî 43yê temamiya yêdeka wî welatî ya beriya şer pêk tînin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) nexwest hûrgiliyên zêdetir li ser vê raporê bide.

Lê belê berdevkekî leşkerî ragihand ku piştî bidawîhatina şer, dikare wêneyeke zelaltir a derbarê êrişên Îranê de were nîşandan.