Girtiya Kurd 34 sal in di girtîgehê de ye: Berdana wê 7 caran hat bipaşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya Kurd Nedîme Yaklava ku 34 sal in di girtîgehê de ye û tevî ku cezayê wê qediyaye jî nayê berdan.

Berdana wê ji aliyê lijneya girtîgehê ve cara 7an hat bipaşxistin.

Nedîme Yaklav 34 sal in di girtîgehê de ye û wê cezayê ku lê hatiye birîn 2023yan bi dawî kiriye.

Girtiya Kurd Nedîme Yaklava ku berdana wê tê astengkirin, bi hinceta "têkdana yekparçeyiya dewletê" cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatibû birîn.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, tevî ku Yaklavê 7ê Nîsana 2023yan cezayê xwe yê yasayî bi temamî qedandibû jî Lijneya Birêvebirin û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Tîpa Fyê ya Sîncanê ya Enqereyê rê li ber azadiya wê digire.

Lijneyê bi hincetên cuda destûrê nade ku ew azad bibe.

Heta niha 7 caran hatiye bipaşxistin

Lijneya girtîgehê herî dawî roja 8ê Gulana 2026an berdana wê bi paş xist.

Di vê pêvajoyê de berdana wê du caran 3 mehan, du caran 6 mehan û 22ê Tebaxa 2024an jî 9 mehan hatibû bipaşxistin.

Berdana 3 girtiyên din jî hatiye bipaşxistin

Li gorî agahiyan, di nava meha dawî de li heman Girtîgeha Sîncanê berdana 3 girtiyên din ên jin jî bi heman rêbazê hatiye bipaşxistin.

Parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqî destnîşan dikin ku komîteyên girtîgehan bi awayekî keyfî biryarên dadgehan bin pê dikin û girtiyan azad nakin.