DEM Partî ji bo pêvajoya çareseriyê dadikeve qadan

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand, ew dê ji bo derbaskirina xitimîna di pêvajoya çareseriyê de 16ê Gulanê li gelek bajaran meşan li dar bixin.

DEM Partî dixwaze ku desthilat demildest gavên yasayî biavêje da ku pêvajo bigihîje encamekê.

Zêdetirî 18 meh in gav nehatine avêtin

Zêdetirî 18 meh in pêvajoya çareseriyê dest pê kiriye lê heta niha ji bo ku pêvajo bi pêş de biçe ti gavên berbiçav û yasayî nehatine avêtin.

DEM Partiyê jî ji ber ku hikûmeta AK Partiyê gavên yasayî navêtine biryar daye ku li gelek bajaran çalakiyan li dar bixe.

Li gorî bernameya ku hatiye eşkerekirin, dê 16ê Gulana 2026an saet 19:00an li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meş û çalakî bên lidarxistin.

Ev meş dê bi dirûşma “Gavek ji bo Aştiyê” werin kirin.

Daxwazên DEM Partiyê çi ne?

DEM Partî di van meşan de balê dikişîne ser hinek xalên krîtîk ên ku hîn jî di çarçoveya pêvajoyê de nehatine pêkanîn.

Ev daxwazên sereke wiha ne:

- Diyarkirina statuya Rêberê PKKyê yê girtî Abdullah Ocalan.

- Azadkirina girtiyên nexweş û girtiyên siyasî.

- Derxistina qanûnên azadiyê û sererastkirina çarçoveya yasayî ya pêvajoyê.

- Bidawîkirina sîstema qeyûman.

Dê serdana partî û saziyan bikin

Ji bilî meşan, hemû rêxistinên parêzgeh û navçeyan ên DEM Partiyê jî dê hefteyekê serdana partiyên siyasî, saziyên sivîl, rêxistinên jinan û sendîkayên karkeran bikin.

Armanca van serdanan ew e ku piştgiriya civakî ya ji bo aştiyê were xurtkirin û li ser pirsgirêkên herêmî dan û standin bên kirin.

Komîsyona Rêxistinkirina Navendî ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de rexne li helwesta hikûmeta AK Partiyê ya di pêvajoyê de girt û got:

“Desthilata siyasî ya ku her tim daxwazan bi paş dixe, divê li gorî ruhê vê pêvajoyê û ji bo misogerkirina vê derfeta dîrokî berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Nezelalî û rawestandina pêvajoyê rê li ber serkeftinê digire.

Aştî zemîna herî xurt e ku hemû nasname û baweriyan digihîne hev.

Erkê me hemûyan e ku em aştiyê di nav civakê de belav bikin.”