Rêya Wan û Colemêrgê ji nû ve hat vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêya bejahî ya di navbera Wan û Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê de ku ji ber şimitîna axê hatibû girtin, ji nû ve hat vekirin.
Birêvebiriya Giştî ya Rêbejahiyan a Tirkiyeyê (KGM) diyar kir ku rêya ku ji ber hezazê girtî mabû, bi çêkirina rêyeke demkî careke din li ji çûn û hatinê hatiye vekirin.
KGMyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û hûrgiliyên vekirina rê parve kirin.
Şimitîna axê rê girtibû
Birêvebiriya Giştî ya Rêbejahiyan a Tirkiyeyê bi bîr xist ku 13ê Nîsanê li kîlometreya 39anli ser rêya Wan û Colemêrgê hezaz (şimitîna axê) çêbûye.
Ji ber metirsiya hezazê û xerabûna rê, ew rêya bejahî 20ê Nîsanê bi temamî ji çûn û hatinê re hatibû girtin û çûn û hatina xelkê zehmet bûbû.
Rêyeke demkî hat çêkirin
Hat diyarkirin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, li aliyê din ê rêyê bi dirêjiya 2,5 kîlometreyan rêyeke demkî hatiye çêkirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku piştî temambûna pira panelê û nîşaneyên trafîkê, rê îro saet 14:30an careke din hatiye vekirin û otomobîl dikarin bi asayî çûn û hatinê bikin.