Koçberên Rojavayê Kurdistanê dixwazin vegerin warên xwe
Duhok (Rûdaw) – Beşek ji koçberên ji Rojvayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê, niha dixwazin vegerin.
Nêzîkî 5 hezar û 200 penaberên di Kampa Berdereş a koçberên Rojavayê Kurdistanê, 300 kesan navê xwe tomarkirina daku vegerin Rojavayê Kurdistanê. Bi gotina wan deverên wan niha aram e, ji aliyê din ve jî li kampê bêkar mane, lewma biryara vegerê dane.
Koçberê ni navê Mehmûd Şêxmûs dibêje: “Li wê derê şer bû, lê niha şer nemaye. Emd dixwazin vegerin bi ser mal û milkên xwe. Ne ez tenê lê gelek kes hene vegerin.
Ji ber aloziyên li Rojavayê Kurdistanê di sala 2019an de nêzîkî 16 hezar û 500 kes koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Piraniya wan li Kampa Berdereşê bicih bûn. Ji ber rêkarên xweparastina ji koronayê rewşa penaberan xirab bû, nemaze nebûna derfetên kar.
Koçberê bi navê Şiyar Bekir jî diyar kir ku ew ji Serê Kaniyê hatiye Herêma Kurdistanê û got: “Em ji ber şer reviyan hatin vê derê. Li vê derê jiyana me nîne. Eger rewş wiha be em mecbûrin vegerin. Li vê derê me tiştek nîne, ne îqame, ne kar û ne jî mûçe me nîne.”
Kampa Berdereş di Cotmeha 2019an de hate avakirin. Piştî avakirina kampê hezar û 250 kes vegeryane Rojavayê Kurdistanê. Ew kesên ku niha dixwazin vegerin, kargeriya kampê ligel Komîsyona Bilind a Penaberan alîkariya wan dike bo vegerê.
Cîgirê Rêveberê Kampa Berdereşê Aras Amîr jî got: “Astengiya sereke qedexeya hatûçûnê bû. Weke din ti astengî li ber wan nebûye û çi kesê xwestiye vegere em ji wan re bûne alîkar. Heta duh jî kesên xwestine vegerin navê xwe tomarkirin û vegeryan. Piştî vê rewşê jî çi kesê bixwaze vegere em dê ji wan re bibin alîkar.
Li gor amaran Şana Krîzan a Herêma Kurdistanê, 249 hezar penaberên Rojava Kurdistanê hene, ku di navbera salên 2004 heta 2019an ji Rojavayê Kurdistanê penaberê Başûrê Kurdistanê bûne.