Bêrîvanên Colemêrgê ji şîr berhemên cor bi cor çêdikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bêrîvan ji şîrê ajelên xwe berhemên cor bi  cor çêdikin.

Li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê dahata sereke ajeldarî û bi taybet xwedîkirina pez e. Li zozanên parêzgeha Colemêrgê, piştî çerandinê, şivan pez tîne ber bêriyê û li wir bêrîvan pez didoşin û berhemên curbecur ên şîremeniyê jê çêdikin û behsa zehmetiya karê xwe dikin.

Parêzgeha Colemêrgê ji bo xwedîkirina pez gelekî guncawe. Li gor amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Colemêrgê %70ê ji xelkê deverê debara xwe ji ajeldarî û çandiniyê werdigirin.

Bêrîvan Jiyan Berk dibêje: “Em karê xwe dikin û xwarina xwe çêdikin. Em sibeyê tên bêriyê. Em şîrê xwe dibin û diparzûnîn û penîrê xwe çêdikin."

Bêrîvan demjimêr 10.30ê  sibehê rojê 2 caran bo dotina ajelên xwe diçin zozana ku 35 kîlometreyan dûrî navenda Colemêrgê ye. Bêrîvan beşek ji rê bi otomobîlan û beşekê jî bi peyatî diçin û tên. Karê wan zehmet e, lê ew cardin ji rewşa xwe razî ne û ev karên wan bûye beşek ji jiyana wan.

Bêrîvan Medîne Berk jî got: “Kar zehmet e, lê herkes çi bixwaze wê dike. Kesên ku dixwazin tên vê derê, lê kesên ku nexwazin jî li malê dimînin. Karê me hinek metirsîdar e jî. Dema em li pey bizinan dikevin, hinek car lingê me diwerqile, yan jî dişkê. Bo nimûne çend car lingê min bixwe jî werqiliye."

Parêzgeha Colemêrgê ji bo xwedîkirina pez gelekî guncav e. Bi aweyekî 370 hezar dekar erdê wê çêrhgeh û zozanin. Li gor amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Colemêrgê ji sedî 70ê xelkê  dê debara xwe bi ajeldarî û çandiniyê dikin.