Ji ber şewata li Amedê 2 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şewata li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ku 4 kes miribûn, 2 kes hatin girtin.

Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê 5ê Hezîranê agir bi avahiyeke 13 qatî ketibû.

Di vê şewatê de jina bi navê Bîrcan Çavdar a 36 salî û zarokên wê Yunus Emreyê 12 salî, Elîfa 10 salî û Zeyneba 4 salî miribûn û 13 kes jî birîndar bûbûn.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û mitahitê avahiyê M.A.Ç., berpirsê kontrolê yê avahiyê B.C., şefê şantiyeyê, berpirsê çavdêriya çêkirina avahiyê û kesekî din, bi tevahî 5 kes hatibûn desteserkirin.

Piştî karên îfadewergirtinê her 5 kes doh şandin Dadgeha Amedê.

Dadgehê derbarê M.A.Ç. û B.C. de biryara girtinê da û 3 kesên din jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.

Sedema derketina şewatê hîn ne zelal e û lêkolînên teknîkî berdewam dikin.