Serokkomarê Îranê diçe Îlamê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan dê serdana parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê bike û li gel xelkê parêzgehê bicive.

Birêveberê Nivîsgeha Serokkomarê Îranê Hebîb Ebasî li ser serdana Mesûd Pizîşkiyan a ji bo parêzgeha Îlamê daxuyaniyek belav kir.

Hebîb Ebasî got, "11ê Hezîranê, Mesûd Pizişkiyan dê serdana parêzgeha Îlamê bike û serdana wî dê du rojan berdewam bike."

Hebîb Ebasî her wiha got, "Di serdana xwe de, Serokkomar dê li gel xelkê bicive, hejmarek navendên xizmetguzariyê yên li parêzgehê veke.

Her wiha dê li gel gelek berpirsên parêzgehê jî bicive û dê bi çalakvanên siyasî, aborî, civakî û rewşenbîrî hevdîtinan bike."

Piştî heşt mehan ji destbikarbûna wî, ji bo parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ev serdana heftemîn a Serokkomar e.