ŞIRNEX - Zilamê ku mar pê ve da mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Abdulselam Ecerê ku mar pê ve da mir.

Li gorî agahiyan, bûyerê şeva borî li gundê Bêrmanê yê Elkê rû da.

Dema ku muxtarê berê Abdulselam Ecerê 55 salî li çêrgehê dixebitî marekî pê ve da.

Tîmên tenduristiyê Abdulselam Ecer bir Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê lê ew ji mirinê nefilitî.