Li Rihayê traktor wergeriya: 2 mirî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê traktor wergeriya, 2 kes mirin.

Traktora bi plaqeya 04 AAC 213 a ku Vural Demîr diajot, li ser rêya Riha-Sirûcê ji kontrola ajokar derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirina welatiyên derdorê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê ajokar traktorê Vural Demîr û Welat Demîr bi birîndarî rakirin  Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê.

Vural û Welat tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê nehatin rizgarkirin.