Şaredarê Manîsayê jiyana xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu ragihand ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrek li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest daye.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrek li mala xwe dema xwest eletrîka hewzê çêbikê elektrîk ew girtibû û birîndar bûbû.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrek daxuyaniyek belav kir.
Memîşoglu got, " Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrekê ku ji ber qezaya ku derbas kiribû demek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin, tevî hemû midaxeleyan jiyana xwe ji dest da."
Çi bûbû:
Şaredarê Manisayê Ferdî Zeyrek li mala xwe ya li navçeya Yunusemreyê dema xwest eletrîka hewzê çêbikê elektrîk ew girtibû û bi giranî birîndar bûbû.
Ferdî Zeyrekçî bir Nexweşxaneya Hafsa Sultanê ya Zanîngeha Celal Bayarê dihat dermankirin.