Malbatên ji Tileferê reviyane li çolê di nav axê de radizin

09-07-2014
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Rudaw
Rudaw
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Ev dîmen ne yê Helebce ne û ne jî Enfal in, ev malbatên Turkmanên Şîa ne ku rihê xwe ji mirinê xelas kirine û berê xwe dane vê çolê. Hinek ji wan zêdetirî 5 rojane di vê rewşa xirab de dimînin, li ber vê germa temûzê rûdinin, dixwin, vedixwin û radizin. Ew hîna bi hêvî ne ku hikûmeta Iraqê bi hewara wan ve were û wan bigihîne devereke aram.

Ev malbat ji bajarokê Tileferê reviyane, piştî ku Şingal û Rebîhe bi meşê derbas kirine, gihîştine nêzîkî bazgeha Xazir û li vir ketine xeweke şêrîn. Gelek ji wan nizanin berê wan li kû ye. Ev ne pêla yekê ye ku tên. Beriya wan jî zêdetirî 2 hezar koçberên şîe yên turkoman gihîştine bajarê Hewlêrê bixwe.

Em di wextê paşîvê de bi ser wan vebûn, piraniya wan razayî bûn, yên ku em bi wan re axivîn jî, me ji xew rakirin ji bo em bizanibin rewşa wan çi ye û berê wan li ku ye.

Hinek ji wan nizanin çi li pêşiya wa ye. Hikûmeta Iraqê soz dabû ku van koçberan bi riya balafirgeha Hewlêrê bigihîne Bexdad û parêzgehên başûrê Iraqê, grûpek birin lê hinek ji wan çend rojan li balafirgeha Hewlêrê rojê xwe derbas kirin.

Koçberên Tilefer yên ku ji ber êrîşên daiş û bombebarana firokeyên artêşa iraqê reviyane, bêzar bûne ji vê rewşa ku tê re derbas dibin. Li gora gotina wan ev ne cara yekê ye ku ev karesat tê serê wan. Daxwaza alîkariyê dikin ji bo van zarokên ku li erda radizin.

Ji ber têkçûna rewşa ewlekariyê, him sunneyên Mûsil û him jî şîeyên wê ji deverên xwe baz didin û nizanin xwe li kê bigrin. Di nava vê tevlîheviyê de, cihê ku ew dikarin serê xwe lê deynin û nefesekê bistînin, axa Kurdistanê ye.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst