Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolînvan li Navenda Lêkolînên Rûdawê, Behroz Şucaî ragihand, piştî ku AK Partî di sala 2002an de hate ser desthilatê, pêgeha Tirkiyê di cîhanê de li ser asta jeosiyasî û jeostratejî bihêz bûye û ew jî bi siya kesekî û partiyekê çêbûye, ku ew jî Erdogan û AK Partî ne.
Behroz Şucaî herwiha got, piştî ku guhertin di sîstema siyasiya Tirkiyê de hate kirin, rewatiya hiqûqî û siyasî ya ku Erdogan dixwast, êdî gihîşte asteke din.
Şucaî amaje bi wê yekê jî kir, ku her çi qas ku AK Partî û li navxweyê Tirkiyê ji wan guhertinan re dibêjin, reformên ber bi demokratîkbûnê, lê belê li derve bi çavekî din û bi awayekê din li wan guhertinan dinêrin.
Lêkolerê li Navenda Lêkolînên Rûdawê, herwiha diyar kir, ku ew yek nerast e ku sîstema parlemaniya li Tirkiyê demokratîk bûbe û tekez kir, her ji dema hatina Ataturk bo ser desthilatê heta serdema Ednan Menderes, sîstema siyasî li Tirkiyê sîstema tekpartî bûye û piştre jî Tirkiye rastî 3 kûdetayên leşkerî hatiye.
Behroz Şucaî amaje bi wê yekê jî kir, ku ew gotinên ku behsa wê yekê dikin, ku bi wan guhertinên nû li Tirkiyê, sîstema desthilatdariyê û demokrasî li Tirkiyê ji holê hatiye rakirin, hinekê ji rastiyê dûr e.
Şucaî da zanîn, ku divê were çaverêkirin, dema ku wergirtina desthilatê ji aliyê Erdogan ve hate misogerkirin, dê çi pêngavan bihavêje, ji ber ku bi gotina Şucaî, Erdogan kesekî pragmatîk e û li gorî hevsengiyên siyasî tevdigere.
Di berdewamiya axavtina xwe de, Lêkolerê li Navenda Lêkolînên Rûdawê zêdetir amaje bi taybetmendiya kesayetî ya Erdogan kir û got, kesekî wisa ye, ku hinek helwsêt, tevger û pêngavên wî çaverênekirî ne û tevger û kirdarên wî nayên pêşbînîkirin.
Behrûz Şucaî destnîşan kir, “pêngavên ku Erdogan di derbarê pirsa Kurdî de li Tirkiyê avêtin, qet nedihat çaverêkirin û guhertinên gelek bingehîn çê kirin, weke mînak di pirsa zimanê Kurdî de, vekirina beşên zimanê Kurdî li zanîngehan, vekirina radyo û televizyona Kurdî, herwiha derfetdana bi partiyeke prokurdî ya weke HDPê ku bi lîsteya xwe ya taybet bikeve nav parlamentoyê.”
Li ser pirsa gelo, di sîstema nû ya Tirkiyê de kîjan desthilat heye, ku bikaribe serok kontrol bike, Şucaî ragihand: “Bi şêweyeke qanûnî ew desthilata ku bikaribe serok kontrol bike, bi pileya yekem, parlamento ye, lê divê em ji bîr nekin, parlamentoyek ku piraniya wê pro AK Partî be, zehmet bikaribe serok kontrol bike, û ji bo ku parlamento bikare Erdogan an serok kontrol bike, tenê piraniyeke sade têrê nake û pêwîstî bi piraniyeke reha heye. Ew mekanîzma ku li Amerîkayê, li sêgoşeya desthilatê li Amerîkayê, dadgeha bilind, kongre û senatoyê heye, li Tirkiyê nîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse