Nêzikî 2 hezar derwêş sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji Rojhilatê Kurdistanê ve sedan kes ji derwêş û pêrewên Şêx Mihemedê Kesnezanî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Hejmara wan nêzîkî 2000 kes tê texmînkirin.

Ev derwêş ji bo merasîma veşartina Rêberê Terîqeta Qadirî, Şêx Mihemedê Kesnezanî hatine, ku biryar e roja Înê li Silêmaniyê bihê veşartin.

Hatina wan derwêşan tevî rêgiriya Pasewaniya Sînor ya Îranê û Supaya Pasdaran bû, ku di encama şer û pevçûnên li gel Pasdarên Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, 6 kes ji derwêşan birîndar bûn.

Li gorî wan zanyariyên li ser sînor ketine destê Rûdawê, pêrewên Şêx Mihemed pêtir ji bajarên Merîwan, Seqiz, Sine û Bane ve hatine.

Di destpêkê de, ew hatine deriyê navdewletî yê Başmaxê û piştre ku hejmara wan zêde dibe, berb derî tên, û tevî rêgiriyên hêzên Supaya Pasdaran, ew derî û derwazeyan dişkînin û debrasî axa başûrî Kurdistanê dibin. 3 ji birîndaran tevî birîndarbûnê jî venegeriyane û tevî pêla Derwêşan bi zikr û halê Derwêşane û bi lêdana def sînor derbas dikin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, dema ku derwêş bêyî guhdan bi teqekirina hêzên Îranê, derî derbas dikin, hêzên Asayişa Silêmaniyê ji lêla Başûrê Kurdistanê ve rêgiriyeke tund li wna nakin, her bi wê bezm û halê xwe ve bo nav axa herêma Kurdistanê de riya xwe berdewam dikin, ber bi Silêmaniyê diçin.

Hendek çavkaniyên xwecihî li çend gundên sînoirî yên Baneya Rojhilatê Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihandin, serê sibeha roja Pêncşemê yekem koma wan Derwêşan ku hejmara wan 100 kes bûye, bi qaçax sînor derbas kirine û berbi Silêmaniyê birêketine. Piştre, danê êvarê hejmareke zêdetir ber bi deriyê sînorî hatine.

Hatina van derwêşan di demekê de ye ku hemû sînorên fermî û nefermî yên Herêma Kurdistanê bo rêgirî li belavbûna virusa Koronayê hatine daxistin. Ji bilî tevgera bazirganiyê, tu kesê îzna vê yekê nîne ji bo her mebestekê be derbasî Herêma Kurdistanê bibe. Lê bi giştî heya niha 8 hezar Derwêş hatine Silêmaniyê û beşeke zêde jî çûne Tekya Mezin ya Şêx Mihemedê Kesnezanî ji bo beşdarî di merasîma sersaxî û sipartina axê.

Roja 4ê tîrmeha 2020, Rîberê Terîqeta Qadirî, Şêx Mihemed Şêx Ebdullkerîm Kesnezanî, di temenê 82 saliyê de li Amerîka koça dawiyê kir. Biryare roja Înê 10ê Tîrmeha 2020 termê wî ji Amerîka ve bigehe Herêma Kurdistanê û li Silêmaniyê bi axê bihê spartin.