Girtiyê Kurd piştî 30 salan hat berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê bi navê Nebî Yavuz ê ji Nisêbîna Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê piştî 30 sal ji girtîgehê hat berdan.
Li gorî nûçeya Ajanasa Mezopotamyayê girtiyê siyasî Nebî Yavuz ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bafra ya Samsûnê dihat girtin, piştî 30 sal û 6 mehan di 6ê Tîrmehê de hat berdan.
Nebî Yavuz ku ji sala 1993an ve di girtîgehê de bû, piştî ku hat berdan vegeriya Îzmîrê ya ku malbata wî lê dijiya.
Piştre jî Yavuz ji Îzmîrê derbasî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bû.
Herwiha Yavuz li Nisêbînê ji aliyê Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya ji bo Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED) û xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin û çû Gundê Kurikê Stîlîlê.
Girtiyê Kurd Nebî Yavuz di sala 1993yan de hatibû desteserkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.
Yavûzê ku li girtîgehên Amed, Edene, Mêrdîn û Samsun Vezirkopru û Bafrayê dima, diviyabû 6 meh berê bihata berdan, lê bi biryara Lijneya Îdare û Şopandinê ya Girtîgehan a Tirkiyê berdana wî 6 meh hatibû paşxistin.