Mereş - 2 karker mirin û yek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onikişubatê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê di dema nûjenkirina avahiyekê de îskeleya ku karkeran li ser kar dikir hilweşiya, 2 karker mirin û yek jî birîndar bû.

Li navçeyê Onîkîşûbatê di dema nûjenkirina avahiyeke 7 qatî de îskeleya ku 3 karkeran li serê kar dikir hilweşiya û her 3 karker ketin xwarê.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Karkerê bi navê Bîlal Kirazê 52 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 2 karker jî birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Lê ligel hemû midexaleyan karkerê bi navê Yûnûs Arikmert jî canê xwe ji dest daye.